Selami Küçükoğlu
18 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2026
Li Stenbolê berfa ku berêvarê dest pê kir û bi şev bi navber dewam kir, li cihên bilind tesîra xwe zêde kir.
Li hin navçeyan cihên bilind, baniyên avahiyan û ser wesayîtan bi berfê venixumîn.
Li Milê Ewropayê li Beşiktaş, Arnavutkoy, Sariyer, Beyoglu, Kagithane, Sultangazî û dewrûbera wê berf barî.
Li Milê Anadoluyê jî li cihên bilind ên Uskudar, Umraniye, Çekmekoy û Şîleyê bi navber berf barî.
Kesên li Girê Çamlicayê dimeşiyan kêliyên barîna berfê bi têlefona xwe ya mobîl kişandin.