Mehmet Emin Gürbüz,Göksel Cüneyt İğde
15 Îlon 2025•Rojanekirin: 16 Îlon 2025
Li rêbeja D-100 ya ku ji rêyên girîng ên di navbera Stenbol û Enqereyê da yek e, li aliyê Çiyayê Boluyê ji ber mijê mesafeya dîtinê heta 25 metreyan daket.
Li aliyê rêbeja Bolu û Duzceyê, Xaçerêya Abantê, Seymenler, Bakacak, Karanlikdere û Taşaltiyê mij çêbû, ji ber mijê mesafeya dîtinê heta 25 metreyan daket.
Ajokarên ku di rê da ne, li cihên ku mij zêde ye leza xwe dadixînin.
Ekîbên rêbeja û trafîkê hişyarî dan ajokaran ku li rêbejê mij heye, ji bo mesafeya teqîbê baldar bin, bilez neçin.