30 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
MALATYA
Ji bona Meletî, Elazix, Tuncelî, Bîngol û Adiyamanê hişyariya mij, qerm û cemedê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 13emîn, li Meletî, Elazix, Tuncelî û Bîngolê hewayê pir ewrayî be, şiliyê bibare, piştî nîvro şilope û berfê bibare. Li Adiyamanê jî hewayê pir ewrayî be û şiliyê bibare.
Tê pêşbînîkirin ku li parêzgehên herêmê germê 3-5 pile kêm be, ber destê sibê û bi şev bûsî, mij, cemed û seqemê çêbe.
Bona ku rewşeke nexweş neqewime, hat gotin ku welatî bira baldar û bitevdîr bin.