Elif Orhan
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Li Acipayama navçeya Denizliyê otobêsa ku xwendekar tê da bûn wergeriya, li gor tesbîtên ewil 15 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin otobêsa bi plakaya 07 GCR 07 a ku tê da xwendekar hebûn li navçeya Acipayamê wergeriya şerampolê.
Di qezayê da li gor tesbîtên ewil 15 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên cuda.
Ji aliyê din va hat hînbûn ku otobês ji Antalyayê hatiye Denizliyê.