16 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê nêzîkî komelgeha Zanîngeha Dicleyê li dijî ekîba polîsan êrîşek hat lidarxistin, di êrîşê da 4 polîs şehîd ketin 2 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan li komelgeha Zanîngeha Dicleyê nêzîkî qada herfiyatê di dema derbasbûna wesayita polîsan, teqemeniya ku terorîstên PKKyî li kenara rê xefikandibû, teqiya.
Di êrîşê da 4 polîs şehîd ketin û 2 jî birîndar bûn.
Birîndar ji mo dermankirinê bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Dicleyê.
Piştî êrîşê Midûrê Emniyetê yê Diyarbekirê Tacettin Aslan, Rektorê Zanîngeha Dicleyê Prof. Dr. Talip Gul û Midûra Emniyetê ya Navçeya Sûrê Asûman Karacik li cihê bûyerê gihîştin cihê bûyerê.
Ekîbên polîsan li cihê bûyerê lêkloînê dikin.
- Li devera ku dîwarê goristanê lê ye teqemenî hatibû veşartin
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, li qada herfiyatê ya zanîngehê dei dema der basbûna wesayita zirxkirî ya polîsan, teqemeniya veşartî hatiye teqandin.
Di daxuyaniyê da wiha gotin, "Li gorî zanyariyên berahî 4 polîsên me şehîd ketin û 2 polîs jî birîndar bûn. Xwedê rehma li şehîdên me bike û şîfayê bide birîndaran. Der barê êrîşa menfûr da lêkloîneke fire alî tê kirin. Têkoşîna dijî terorê wê bi biryardarî bidome."