Fecri Barlık,Ömer Yasin Ergin
06 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2024
Li Diyarbekir û Sêrtê hekîm formayên xwe yên spî li xwe kirin û "meşa bêdeng" kirin û bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê dan.
Hekîm, xebatkarên tenduristiyê û xwendekar jî di nav da koma ku li ber derê Mizgefta Mezin a li Sûra navçeya Diyarbekirê kom bû heta Meydana Daxkapiyê ya li navçeya Yenîşehîrê meşiya.
Bijîşkê cerahiya zarokan Op. Dr. Taner Kamaci li ser navê komê daxuyanî da û got ku wek bijîşk û xebatkarên tenduristiyê ji bo ku berteka xwe ya dijî Îsraîlê nîşan bidinev 8 hefte ne meşa bêdeng dikin.
Kamaci diyar kir ku ji gelê Filistînê yê ku digel êrîşên Îsraîlê natirsin û bêhêvî nabin, xebatkarên tenduristiyê yên ku bên girtin, kuştin jî kêliyek jî dev ji peywira xwe bernadin ra silavên xwe dişînin.
- Sêrt
Koma ku li ber derê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê civiya û di destê wan da dovîzên li serê "Ez bijîşk im hedf nînim" û "Bila xwîn nepeke formayên spî" hebûn heta Navenda Kar a Heyva Sor a li Kolana Guresê meşiya.
Dr. Ozgur Aydin di daxuyaniya xwe ya vir da got ku Îsraîl ne tenû dijî gelê Filistînê dijî hemê mirovahiuê sûcdar e.
Hin saziyên çapemeniya civakî jî piştgirî dan meşê, piştî ku daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û dia hatin kirin meş bi dawî bû.