02 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
DIYARBAKIR
Di nava kabîna TIRekê ku ji Wanê hat Diyarbekirê di nava 200 pakêtî de 104 kîlogram eroîn hat dîtin.
Li gorî agahiyan, di xebateke hevbeş ya ekîbên Şaxa Midûriyeta Îstîxbaratê û ekîbên Dijî Sûcên Narkotîk yên Midûrtiya Ewlekariya Diyarbekirê de, hat hînbûn ku eroîna ku ji Wanê hatiye temînkirin wê di ser Diyarbekirê re neqlî wîlayetên rojavayê Tirkiyeyê bê kirin.

Piştî tesbîtkirina wesayita ku neqlê pê tê kirin polîs dest bi kar bûn û li nêzîk Diyarbekir TIR sekinandin.

Di lêgerîna nav TIRê de, di kabînekê de veşartî di nava 200 pakêtî de 104 kîlogram eroîn hat dîtin.
Karûbarê li ewlekariyê yê F.Byê ku derbarê bûyerê de hat binçavkirin, didome.