DİYARBAKIR
Li Diyarbekirê 189 kes, bi îdiaya ku tevlî çalakiyên bêdestûr ên bi hinceta êrîşên DÎŞIyê yên ser Kobanê hat kirin bûn, binçav kirin.
Ji 175 kesên ku sewqî dadgehê kirin, 45 kes hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, di çaçoveya lêpirsîna çalakiyên bêdestûr ên ku di encamê de 12 kes mirin û 14 jê polês 63 kes jî birîndar bûn de,189 kes hatin binçavkirin. 175 kesên ku îfadeyên wan hatin girtin sewqî dadgehê kirin.
Ji gumanbarên ku li dozgerî û dadgehê îfadeyê wan hat girtin 112 kes hatin berdan û 45 kes jî hatin girtin. Derbarê 18 kesan de jî biryara kontrola edlî hat dayîn. Jêpirsîna 14 kesên ku li navenda ewlehiyê ne jî dewam dike.
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku eleqeya mirina Mesût Menekşeyê ku tê îdia kirin di bûyeran de mir bi çalakiyan tune û ji ber qeyrana dil mir.