GUMUŞHANE
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Tu karê me bi kesên ku naxwazin bi me re bimeşin, kesên ku hêj jî ji bo bûyerên şidetê bangewaziyê dikin û li gor telîmatên rêxistina terorê tevdigerin re tuneye."
Erdogan beşdarî merasima vekirinê ya komî ya li Qada Zaferê ya Gumuşhaneyê hat kirin bû û li vir axivî: "Ji wan kesên ku ji bo Kobanê digrîn, qala vicdan û însanetiyê dikin dipirsim: Hûn ji bo Heleb, Hama û Xûmûsê çi nedigriyan, hûn li ku derê bûn? Hûn ji Misûl û Kerkûkê çima nedigriyan? Gelo dema ku 250 hezar kes li Sûriyeyê mirin, 7 milyonî ji herêmê koç kir ev li ku derê bûn.?"
Serokomar Erdogan got ku armanca kesên ku bi hinceta êrîşên DÎŞIyê yên ser Kobanê (Eyn el-Ereb) çalakiyên bêdestûr da dest pêkirin û di encamê de bûyer derxistin cuda ye û wiha dewam kir: "Kobanê dikin bahene. Armanca wan, niyeta wan, daxwaza wan tiştekî din e. Bala xwe bidin kesên ku piştgiriyê didin van çalakiyan, bala xwe bidin ku kî li pişt van bûyeran heye. Wê gavê hûnê rastiyê baştir bibînin. Kî li pişta van bûyeran heye, kî van bûyeran derdixe? Li pişta van bûyeran PKK heye. Partiya ku di bin siya wê de ye heye. Partiya muxalefet a sereke heye. Ew çapemeniya ku hûn pê dizanin û ew qelemên melûm hene. Çapemeniya navneteweyî heye. Hêzên ku li ser înternet û çapemeniya civakî operarsyonan li dar dixin hene. Yanî armanc Kobanê nîne. Armanc ew e ku yekîtiya Tirkiyeyê bê xirab kirin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Pêvajoya çareseriyê nayê wê wateyê ku em van rageşiyan piştguh bikin. Pêvajoya çareseriyê nayê wê wateyê ku em vandalîzmê, eşqiyatî û şidetê piştguh bikin. Me ji bo biratiya 77 milyon welatiyên xwe ev da destpêkirin û heta vê rojê anî. Herwiha ji bo xurtkirina biratiya 77 milyon însanan ev dest pê kir û ji vir û pê de jî dê bi rêkûpêk berdewam bike."
Serokomar Erdogan wiha pê de çû:
"Îro, roja yekîtiyê ye. Îro roj divê hemû kes bi hestewarî tevbigerin. Ez bangî hemû partiyên me yên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û bi taybetî jî bangî welatiyan dikim, ji kerema xwe re li hemberî van bûyeran baldar bin, bi hestewarî tevbigerin. Bila tu fikarên we nebin. Dewleta me bi hêz e û dikare van bûyeran ji holê rabike û ji kesên ku bûn sedama van bûyeran jî hesab bipirse. Li dijî kesên ku hizûra welatiyan û welat xirab dikin çi hewce bike dê bê kirin û tê kirin jî. Ez bawer im ku dê welatiyên me nekevin defikên van tol û vandalan. Ez bawer im ku welatiyên me dizanin kî sûcdar e û kî jî bê guneh e. Em ê firsendê nedin ku ji ber van bûyeran, kurd bibin dijminên tirkan û tirk jî bibin dijminên kurdan."
-Karê me bi kesên di bin emrê rêxistina terorê de ne tune ye
Serokomar Erdogan: "Tu karê me bi kesên ku naxwazin bi me re bimeşin, kesên ku hêj jî ji bo bûyerên şidetê bangewaziyê dikin û li gor telîmatên rêxistina terorê tevdigerin re tuneye. Yên ku dixwazin di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de bi me re bimeşin, fermo bila bên digel me bimeşin. Lê bila rêya kesên ku naxwazin digel me bimeşin, kesên ku rê ji bûyerên terorî re vedikin û kesên ku li gor telîmatên terorê tevdigerin jî vekirî be û ji wan re oxir be."
-Me pêvajoya çareseriyê ji bo biratiya 77 milyonan da destpêkirin
Serokomar got ku wargehên zarokan di bûyeran de hatin şewitandin û wiha pê de çû: "Pêvajoya çareseriyê nayê wê wateyê ku em van rageşiyan piştguh bikin. Pêvajoya çareseriyê nayê wê wateyê ku em vandalîzmê, eşqiyatî û şidetê piştguh bikin. Me ji bo biratiya 77 milyon welatiyên xwe ev da destpêkirin û heta vê rojê anî. Herwiha ji bo xurtkirina biratiya 77 milyon însanan ev dest pê kir û ji vir û pê de jî dê bi rêkûpêk berdewam bike."
-"Roj, roja yekîtiyê ye"
Serokomar Erdogan ji Gumuşhaneyê bangî hemû dinyayê kir û got: "Roj, roja yekîtiyê ye. Îro roj divê hemû kes bi hestewarî tevbigerin. Ez pangî hemû partiyên me yên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û bi taybetî jî bangî welatiyan dikim, ji kerema xwe re li hemberî van bûyeran baldar bin, bi hestewarî tevbigerin. Bila tu fikarên we nebin. Dewleta me bi hêz e û dikare van bûyeran ji holê rabike û ji kesên ku bûn sedama van bûyeran jî hesab bipirse. Li dijî kesên ku hizûra welatiyan û welat xirab dikin çi hewce bike dê bê kirin û tê kirin jî. Ez bawer im ku dê welatiyên me nekevin defikên van tol û vandalan. Ez bawer im ku welatiyên me dizanin kî sûcdar e û kî jî bê guneh e. Em ê firsendê nedin ku ji ber van bûyeran, kurd bibin dijminên tirkan û tirk jî bibin dijminên kurdan."
-"Kurdên tevlî bûyeran bûn ên nesamîmî ne"
Erdogan got ku bila baş bê zanîn ku kurdên tevlî bûyeran bûn û bûyeran dan destpêkirin Kurdên samîmî nînin û wiha axivî:
"Birayên min ên Kurd, tu caran pîrîm nadin kesên ku êrîş birin ser rûspî, xwişkên min ên sergirtî û qursên Qur'anê. Birayên min ên Kurd, tu caran têkilî wan hovên ku kitêb û pirtûkxaneyan şewitand nabin. Em bawerin ku dê birayên m in ên kurd ji van êrîşkerên ku hizûra gel xirab dikin dûr bisekinin."