Li Diyarbekirê "4emîn Tûrnûwaya Tenîsê ya Amed Cup"ê ya ku Midûriya Şûbeya Werzîşê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê li dar xist, dest pê kir.
Tûrnûwa li korta tenîsê ya li Parkormanê tê lidarxistin û dê 12 rojan berdewam bike. Tûrnûwa dê di 20ê îlonê de bi pêşbirka fînalê bi dawî bibe.
Di tûrnûwayê de dê bi tevahî 162 kes bilîzin û werzîşvan dê di 5 kategoriyên wekî jinên tek, mêrên tek, di zarokan de keçên tek û mêrên tek û mix ( cot, jin û mêr) bikevin pêşbirkan.
Di fînala tûrnûwayê de dê kûpa û diyarî bidin werzîşvanên ku ketin dereceyê.
Seroka Daîreya Xizmetên Civakî ya Şeredariya Mezin a Diyarbekirê Semra Kiratliyê ji bo werzîşvanên ku dê beşdarî tûrnûwayê bibin, arîkarî xwest.
Kiratliyê got ku dema li Tirkiyeyê dibêjin werzîş fitbol tenê tê hişê mirov û wiha axivî: "Bi ya me ev nêrîn werzîşê ji eslê xwe dûr dixe. Li gor me werzîş jin e."