Li Licêya navçeya Diyarbekirê hin kesan çalakiya bêdestûr li dar xistin û cendirmeyan bi ava tazyîk û gaza îsotê ve mudaxeleyî çalakvanan kir.
Li Licê û Hêneyê ji ber ku hin kes rê dibirin û dest didin ser miftên erebayan û ragêşî dewam dike.
Hin kesên rûpêçayî bi hinceta li herêmê çêkirina "Qaleqolan" ve rêyên Diyarbekir-Bîngol û Diyarbekir-Mûşê birîn, cendirmeyan midaxileyî komê kirin.
Çalakvanan molotof û kevir avêtin hêzên ewlekariyê, hêzên ewlekariyê jî bi ava tazyîk û gaza îsotê ve mudaxeleyî çalakvanan kir.
Li herêmê ji bo ewlehiya trafîkê tevdîr hatin dîtin, lê belê ragêşî dewam dike.
Di daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê de hat diyarkirin ku bi rêliberxistina rêxistinê ve hin komên îllegal ji bo ku rêyên Diyarbekir-Bîngol û Diyarbekir-Mûşê bibirin çalakî li dar xistine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên ewlekariyê ji bo ewlehiya welatiyan û bikaranîna mafên qanûnî bi cih bînin tevdîr hildane û ev tişt hatin gotin:
"Li herêmê tevdîrên ku hewce dikin hatin hildan. Di vê çarçoveyê de hêzên ewlekariyê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatan kirin. Ev xebatên ku tên kirin ji bo wê ne ku welatî bi rihetî herin û werin."