Önder Beyter
30 Nîsan 2020•Rojanekirin: 01 Gulan 2020
Li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê çerxên fabrîqeyan bi tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) va dizivirin.
Li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê ku tekstîl, înşeat, xurek, mermer û ambalaj di serî da di gelek waran da hilberîna parêzgehê tê kirin û berhem tên îxrackirin, digel tedbîrên Kovîd-19ê hilberîn berdewam e. Li Herêma Pîşesaziya Organîze deriyên 208 fabrîqeyan vekirî ne û şixul dewam dike û her wiha ji bo xebatkaran jî xizmeta servîsê tê pêşkêşkirin.
Xebatkar gava tên fabrîqeyê, kela bedena wan tê pîvan û xebatkar bi wî awayî derbasî hundir dibin. Xebatkar paşê maske didin ber devê xwe, pabendî rêgeza mesafeya civakî dibin û wisa derbasî ser dezgehên xwe dibin.
- "Em hilberînê didomînin"
Serokê Lijneya Rêvebirinê ya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê Aziz Odabaşi di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di pêvajoya vîrusa koronayê da ew hemû fabrîqe û servîsên xebatkaran dezenfekte dikin û wiha dewam kir, li 208 fabrîqeyan 5 hezar û 500 xebatkarên me hilberînê dikin. Em bi baweriya ku siberoj dê baştir be, hilberînê didomînin."
- "Di van rojên nexweş da dewlet li cem me ye"
Odabaşi diyar kir ku Deriyê Sînor Xabûrê di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da 1ê adarê hat girtin wiha dewam kir, "Lewma jî li vê derê bazirganî li herêma tampon bi guhertina koyteyner, dorse û ajokar va "bêyî têkilî" tê kirin. Fîrmayên me hene ku di warê tekstîl, înşeat, xurek da îxracatê bo Iraqê dikin."
Odabaşi bal kişand ku rojane qedera 1300 tir ji derî derbas dibin û wiha dewam kir:
"Tir gava derbasî aliyê Iraqê dibin, ajokar tê guhertin. Bi vî awayî berhemên me derbasî Iraqê dibin. Her wiha me karkerên xwe ji kar dernexistin. Di van rojên nexweş da dewlet li cem me ye. Em bi baweriya ku siberoj dê baştir be, hilberînê didomînin."
Mehmet Ali Buyukê ku 3 sal e di fabrîqeyê da dixebite diyar kir ku ew ji tedbîrên ku dijî Kovîd-19ê hatin wergirtin xweş in û her wiha ji bo wan kêfxweşî ye ku di vê pêvajoyê da tu kes ji kar nehat derxistin.