Önder Beyter
31 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 01 Tebax 2020
Li Diyarbekirê hosteyên qedayîfê ji bo ku sîparîşên Eyda Qurbanê pê ra bigihînin bênavber dixebitin.
Hosteyên qedayîfa badayî ya kevneşopî ya bajêr, ji bo ku sîparîşên eydê pê ra bigihînin bênavber dixebitin.

Qedayîfên badayî yên ji fistiq, gûz, to û penêr, ji bo wan mişteriyan tên amadekirin ku dixwazin di eydê da şêranî îkramî mêvanên xwe bikin.
Qedayîfê pêşiyê di siniyên bi rûnê nivîşk da bi cih dikin, datînin ser agir û dû ra jî heta ku mîna hinarê sor bû, diqelînin. Pey ra jî şerbetê berdidin ser ku êdî ji firotanê ra amade ye.
Qedayîfa ku rojane tê çêkirin, Enqere û Stenbol di serî da ji bo parêzgehên din ên Tirkiyeyê jî tê şandin.

- 3 ton qedayîf tê çêkirin
Hilberînerê qedayîfê Mehmet Altunbay ji peyamnêrê AAyê ra got ku ji ber eydê firotina şêraniyan zêde bû û lewma ji bo ku xwe pê ra bigihînin, ev hefteyek e ew zêde dixebitin.
Altunbay got ku ew şêraniyê dişînin hinek bajarên din ên Tirkiyeyê jî û wiha got, "Em rojên asayî 50 sinî şêranî çêdikin. Lê rojên erefat û şerefatê hejmar ji 500î derbas dibe. Ev jî teqabulî bi qasî 2,5-3 tonî dike. Em devê Tirkiyeyê bi qedayîfa Diyarbekirê şêrîn dikin."