Hasan Gündüz
28 Îlon 2025•Rojanekirin: 30 Îlon 2025
Li Bismila navçeya Diyarbekirê di dewatê da şer derket û 2 kes sivik birîndar bûn.
Li Taxa Koşeliyê ya li navçeyê, di saloneke dewatê da malbatên eqreba ji ber sedemeke nediyar bezîn hev û şer kir.
Di şer da 2 kes sivik birîndar bûn.
Li ser êxbarê ambulans û cendirme sewqî cihê bûyerê kirin.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.