Elif Orhan
12 Îlon 2019•Rojanekirin: 13 Îlon 2019
Walîtiya Diyarbekirê ragihand ku terorîstên PKKyî bi teqemeniya bidestçêkirî êrîş bir ser wesayîta ku tê da welatiyên gundî yên çûbûn ku li çolwarê Qulpê êzingan berhev bikin û di êrîşê da 7 welatî şehîd ketin, 10 welatî jî bi xedarî birîndar bûn.
Di daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn da hat diyarkirin ku li çolwarê Qulpê saet dora 18.00ê da dema ku wesayîta welatiyên ku tê da welatiyên diçûn berhevkirina êzingan hebûn terorîstên PKKyî bi teqemeniya bidestçêkirî êrîş kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Terorîstên PKKyî bi teqemeniya bidestçêkirî êrîş bir ser wesayîta ku tê da welatiyên gundî yên çûbûn ku li çolwarê Qulpê êzingan berhev bikin û di êrîşê da 7 welatî şehîd ketin, 10 welatî jî bi xedarî birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên cuda yên li Qulp û Diyarbekirê. Ji bo tesbîtkirina kiryarên êrîşê hêzên ewlehiyê demildest xebatên hewce dan destpêkirin."
Hat gotin ku Xwedê rehma xwe li welatiyên ku di êrîşa menfûr da şehît ketin bike serê xizmên wan û gelê Tirk sax be.
- Serokomar Erdogan ji Waliyê Diyarbekirê agahî hildan
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji Waliyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglu der barê êrîşa terorê ya li navçeya Qulpê da agahî hildan û got ji bo ku kiryarên êrîşa terorê bên girtin dê hemû derfet bên seferberkirin û dê bibe şopînerê mijarê.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandinê hat dayîn Serokomar Erdogan bi telefonê bi Waliyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglu ra axivî û der barê êrîşa terorê ya li Qulpa navçeya Diyarbekirê dema ku karkerên daristanê derbas dibûn terorîstên PKKyî teqemeniya bidestçêkirî ya ku berê veşartibûn teqandin da jê agahî sitandin.
Serokomar Erdogan got ku Xwedê rehma xwe li welatiyên ku di êrîşa terorê da şehîd ketin bike û şifaya xêrê bide welatiyên birîndar û ji bo ku kiryarên êrîşa terorê bên girtin dê hemû derfet bên seferberkirin û dê bibe şopînerê mijarê.