DIYARBAKIR
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji ber salvegera girtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan û anîna wî ya Tirkiyeyê li Diyarbekirê şahiya bi navê "kursiyên gel" li dar xist. Di şahiyê de ji bo Şêx Seîdê Kurdî jî xutbe hat xwendin.
Li meydana Batikentê çalakiya bi navê "Bi serokatiya azad, ber bi jiyana azad ve" hat lidarxistin û li wê derê beriya nimêja îniyê ji bo Şêx Seîdê Kurdî xutbe hat xwendin.
Ji ber salvegera girtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan û anîna wî ya Tirkiyeyê li qadê ji bo ku welatî fikr û ramanên xwe bînin ziman "kursiyê gel" hat avakirin. Ji malbata Şêx Seîd Kasim Firat derket ser qursî û der heqê amadehî, derketin û encamên serhildana Şêx Seîd de agahî da.
Tê gotin ku şahî û çalakiyên li meydana Batikentê tên kirin sibê piştî meşê dê bi dawî bibe. Meş dê ji meydanê dest pê bike û li ber avahiya BDPyê ya bajêr dê bi dawî bibe.