Osman Bilgin
14 Tebax 2023•Rojanekirin: 15 Tebax 2023
Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê milyonek û 520 hezar kulîlkên curbicur li deverên cuda ên bajêr danî.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li navçeyên navend ên Diyarbekirê xebatên çikandina daran û kulîlkan didomîne.
Îsal ji bo ku 2 milyon kulîlkên curbicur li park, xaçerê û refujan bêne danîn xebat hatin meşandin.
Di vê çarçoveyê da milyonek û 520 hezar kulîlkên curbicur li kolanên Prof. Necmettîn Erbakan, Mezopotamya, Firat, Qamişlo, Elezîz û Hayatî Avşar û qadên dîrokî yên li Sûrê hatin danîn.