Kenan Irtak
26 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2024
THYê îro plan dikir ku ber bi Bexda û Diyarbekirê va seferên biterîfe bide kirin, lê ji ber rewşa hewayê ev seferên her du aliyan jî hatin betalkirin, balafirên ku wê îro biçûna Maputoyê jî ji ber bêhizûriya li welêt hatin betalkirin.
Li gor daxuyaniya Mişawirtiya Çapemeniyê ya THYê, ji ber rewşa hewayê ya li Bexdaya paytextê Iraqê û Diyarbekirê îro hin seferên biterîfe wê neyên kirin.
Di vê çarçoveyê da seferên "TK 2602 Îstanbul-Diyarbekir", "TK 2603 Diyarbekir-Îstanbul", "TK 302 Îstanbul-Bexda" û "TK 303 Bexda-Îstanbul"ê ji her du aliyan va jî hatin betalkirin.