Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu di merasîmê de axivî û got ku ji vir şunda navê Mehmet Uzun li Diyarbekirê nemir e. Hinek dixwazin ku dengê me bibirin lê em û gelê me li dijî vê ne.
Dû re abîde û seyrangeha Mehmet Uzun vekirin. Li ser Abîdeya ku wek kitêbeke Mehmet Uzun hatibû teswîr kirin, tîpên X, Q û W jî bal kişand. Parlementerê BDPyê yê Mûşê Demîr Çelîk, Serokbajara BDPyê ya Diyarbekirê Zubeyde Zumrut û xizmên Mehmet Uzun jî beşdarî merasîmê bûn.