Arinç der heqê Ferhanga Kurdî ya ku Lijneya Zimanê Tirkî amade dike de diyar kir ku ev pêşketineke baş e û ev mijar bi salan e hatiye îxmal kirin.
Arinç anî ziman ku ev mijar par di komîsyona bûtçeyê de hat eşkerekirin û hin kesan ev xebat rexne kir, hin kesan jî baş nirxand û Çend roj berê jî der barê vê xebatê de raporek gihîşt destê wan. Arinç wiha axivî:
"Ji ber ku ji bilî dersên hilbijartinê dê di dibistanên taybet de jî perwerdeya bi zimanê zikmakî bê dayîn ev mijar ji bo me girîng û elzem e. Min mizgînî ji wan stend. Xebatên 4 hevalên me yên pispor temam bû û dê heta dawiya cotmehê bê weşandin. Ji Tirkî-Kurdî û ji Kurdî-Tirkî. Armanca vê ferhengê ew e ku ji dibistanê heta lîseyê di dersa kurdî ya hilbijartî de û hin xebatên wêjeya Kurdî de bibe alîkar. Texmîn dikim ev ferheng ji 12 hezar peyvan pêk tê."
"Pêvajoya çareseriyê"
Arinç li ser pêvajoya çareseriyê jî axivî û wiha pê de çû: "Em hemû bifikar in. Em pir dixwazin ku pêvajo bigihîje encamê û biser bikeve. Lewra gelek kes, sazî û piştgiriyên hundir û yên derve hene ku dixwazin dîsa tundî çêbibe û çek bên bikaranîn. ji ber ku ji van kesan û saziyan yek biser bikeve û dîsa çek bên bikaranîn, em di teyakûzê de nin."
Arinç bi bîr anî ku serokê rêxistinê ferman daye ku bila çek neyên bikaranîn û şûna vê fikr û siyaset bê bikaranîn û hûn ê jî derkevin derve û wiha axivî:
"Daxwaza wan ji hikûmeta me ev bû. 'Me berê jî dixwest ku em ji Tirkiyê derkevin. Pêvajo wisa pêk hat û we em kuştin. Me ferman hilda em derkevin. Lê divê operasyon neyên kirin ku em bi rehetî derkevin.' Me jî got 'baş e' û em li ser soza xwe man. Divê heta dawiya Tîrmehê ev kar biqediya, lê dema ku em gihîştin wê rojê rastiyek derkete holê. Ewil me got hûn li ser soza xwe namînin. Serokwezîrê me ewil got ji sedî 15 û paşê jî got herî zêde ji sedî 20 derketine. Dîmen hene, dema tu li dîmenan binhêrî bi giştî ji sedî 10 an 15 ye. Em jî vala nasekinin, îstixbarata me jî heye. Kî ji ku derê û çiqas kes derketiye em lê dinhêrin. Em gêj nînîn. Rastî derkete holê ku yên ku digotin me îrdaye xwe teslîmê Ocalan kiriye bi gotina Qendîlê ve naxwazin derkevin. Ev tiştek zelal e."
Arinç destnîşan kir ku ew naxwazin ku êdî çêk bên bikaranîn, mirov bimirin û dayik bigrîn. Li gor demokratîkbûnê tevdigerin û tiştên ku em rast dizanin û dibînin dikin.
"Yên herî guneh ew in"
Arîkarê Serokwezîr Arinç li ser pirsa qadroya polîtik ya di pêvajoya çareseriyê de jî wiha got:
"Yên herî guneh ew in. Gotinên Birêz Demîrtaş yên ku çend roj ewil li Diyarbekirê gotibûn binhêrin. Gotinên parlamenterên jin yên ku li cem wî binhêrin. Gotinên yên herî biaqil binhêrin. Dibêjin ku 'pakêt vala ye' û tiştên din. Ew di navbera çakûç û horsê de asê mane. Ji aliyekê çakûca Ocalan ji aliyê din jî horsa Qendîlê. Nikarin dilê herdûyan jî xweş bikin, gotina xwe bi herduyan jî bidin qebûlkirin û nikarin di navbera wan herduyan de siyasetê bikin. Ez ji van hevalên xwe re dikarim bibêjim ku bila bi hêz bin û bi îdareya xwe ya bihêz vê pêvajoya çareseriyê bidomînin. Ji wan gelek bi dilsozî vê difikirin. Lê gelekê wan jî dibêjin ku 'ji pêvajoyê xwêr tune ye' û di nav daxwazên rojên berê de nin. Di bin hêza Qendîlê de dipelciqin. Divê li ser xwe bisekinin."
Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç diyar kir ku îro ne di nav rewşeke wisa de ne ku em bibêjin ev kar qediya. Bi niyeteke baş em difikirin ku divê ev kar bidome.