Li Diyarbekirê komên ku dê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin hatin Parka Newrozê ya li navçeya Baglarê.
Welatî ji bo ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya ku ji aliyê ligel Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) komîteya tertîbê ve tê lidarxistin bibin, belaş li wesayîtên şaredariyê sîwar dibin û tên qada pîrozbahiyê.
Tevî zarokan hemû kesên ku beşdarî pîrozbahiyê dibin li noqteya polêsan serdanpê tên kontrolkirin û wisa derbasî qadê dibin.
Li ber qadê ligel zabiteyan peywirdarên komîteya tertîbê jî qelebalixiyê kordîne dikin.
Li ser platformê bi kurmancî û zazakî pankarta, "Newroz pîroz be" heye.
Ji bo şopandina pîrozbahiya ku dê gelek têlevîzyon zindî bidin nîşandan zêdetirî 700 rojnamegerî hatin Diyarbekirê û akredîtasyona xwe kirin.
Welatiyên ku bi cilûbergên herêmî ve beşdarî pîrozbahiyê dibin digel baranê tevî stranên kurdî govendê digrin û kêf kêfa wan e.
Li gor bernameyê di çarçoveya çalakiyê de Hevseroka PYDyê Asya Evdila û Hevseroka KCDyê Selma Irmak dê biaxavin û li dû xwendina peyama Abdullah Ocalan hunermend Sûavî dê konsêrekê bide.