02 Adar 2016•Rojanekirin: 03 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Yenîşehîra navçeya Diyarbekirê di malekî de ji ber sedemeke hêj nediyar e teqîn çêbû, di teqînê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di malekî du qatî ya li Kolana 241emîn a Taxa Şehîtlîkê ji ber sedemekî nediyar teqîn çêbû. Di teqînê de kesekî li malê mir û kesek jî birîndar bû.
Ekîbên Serwêsa Acîl a 112an birîndar rakirina nexweşxaneyê.
Ekîbên polêsan li mala ku lê teqîn çêbû lêkolînan dikin.