Fırat Taşdemir
14 Îlon 2023•Rojanekirin: 16 Îlon 2023
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, H.Çya terorîsta PKKyî bi rêya qanîkirinê teslîmî hêzên ewlehiyê bû.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku dengvedana zarîna Dayikên Diyarbekirê dewam dike û mensûbeke din a rêxistinê teslîm bû û bi dayika xwe ra hat bal hev.
Yerlîkaya daxuyand ku di roja 1462yemîn a nobeta ewladan a ku Dayikên Diyarbekirê didomînin da H.Çya mensûba rêxistina terorê bi rêya qanîkirinê teslîmî Fermandariya Cendirmeya Bajarê Diyarbekirê bû û wiha dewam kir, "Bi nobetên ewladan ên ku Dayikên Diyarbekirê dan destpêkirin, heta niha 46 mensûbên rêxistina terorê hatin qanîkirin û teslîm bûn. Ji bo hizûr û ewlehiya miletê me heta ku terorîstê dawîn hat berterefkirin em ê têkoşînê bidomînin."