22 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li Baxlara navçeya navend a Diyarbekirê YDG-Ha şaxa ciwanan a PKKya rêxistina terorê agir berî mektebekê dan.
Terorîstên ku hatin Dibistana Seretayî ya Vehbî Koçê ya li Taxa Kaynartepeyê têlefona wezîfedarê ewlehiyê zeft kirin û paşê agir berî xwendingehê dan.
Li ser îxbarê polês û ekîbên agirkujiyê sewqî dewsa bûyerê kirin.
Ekîbên agirkujiyê şewat temirandin û hat dîtin ku di odeya mamosteyan û korîdorê da zirar çêbûye.
Ji bo derdestkirina terorîstên ku revîn xebat dan destpêkirin.