Li Diyarbekirê wesayita bizirx a polêsan qelibî, di qezayê de 2 polês birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, wesayita bizirx a Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr a ku ajovaniya wê polês Tolga Teksar dikir, li ser rêya di navbera Diyarbekir û Sîlvanê de (Farqîn) wergeriya.
Di qezayê de ajovan Teksar û Evren Dadli birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê polês birin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Hat diyarkirin rewşa polêsan baş e.