DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê koma ku li ber dibistana tê îdiakirin ku wê perwerdeya bi kurdî bida sekinibûn, êrîşî nûçegihanê AAyê kir.
Hatibû ragihandin ku li Baxlara navçeya Diyarbekirê wê di Mala Desteka Perwerdeyê ya Ferzad Kemangerê de perwerdeya bi kurdî bihata dayîn, lê bi hinceta ku dibistan bê destûr e walîtiyê dibistan mohr kir. Piştî ku mohra dibistanê bi destê Seroka Bajêr ya DBPê Zubeyde Zumrutê hat qetandin komek li ber dibistanê sekinî.
Komê molotofkokteylî avêt û polês midaxaleyî komê kir. Di heman demê de hin xwepêşandêran êrîşî nûçegihanên AAyê kirin. Nûçegihanên AAyê wê demê dîmena bûyerê dikişandin.
Di êrîşê de nûçegihanê fotoyê yê AAyê Huseyîn Bagiş ji hêta xwe hat kêrkirin. Nûçegihan Azîz Aslan jî lêdan xwar. Di bûyerê de qameraya Aslan zirar dît.
Xwepêşandêran demekê nehîşt ku ambulans derbasî cihê bûyerê bibe.
Pişt re Bagiş û Aslan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbiyê.
3 kêl avêtin hêta Bagiş.
Kom piştî midaxaleyê belav bû. Hat gotin ku di bûyeran de 50 kes hatin binçavkirin.