Cebrail Caymaz
02 Adar 2025•Rojanekirin: 11 Adar 2025
Li Şanliurfaya ku wekî "Şehrê Pêxemberan" tê zanîn, dora Gola Masiyan qerebalixiya remezanê heye.

Şêniyên bajêr û kesên ku ji bajarên derdorê hatin, Gola Masiyan a dîrokî ziyaret kir ku li gor baweriyê Hezretî Îbrahîm li vê derê jidayîk bûye û li vê derê avêtine nava agir.
Gola Masiyan "li dinyayê wekî akvaryuma herî mezin a siruştî" tê zanîn û seba turîzma baweriyê cihekî gelekî girîng e. Kesên ku wextê xwe li dora golê derbas kir, êm dan masiyan û bi wan ra wêneya bibîranînê dan kişandin.

Welatiyan meqamê ku li gor baweriyê Hezretî Îbrahîm lê hatiye dinyayê jî ziyaret kir û Qur'ana Pîroz xwend û dia kirin.
