İbrahim Atmaca
06 Îlon 2020•Rojanekirin: 11 Îlon 2020
Li Grava Axdamara ku di nav Gola Wanê da ye, bi destûra taybet a Wezareta Çand û Turîzmê li dêra Axdamarê salê carekê ayîn tê lidarxistin. Ayîna ku îsal cara 8em e tê lidarxistin, hat kirin.
Kesên ku ji bo beşdarbûna ayînê hatin bajêr, li Îskeleya Gewaşê piştî kontrolan bi kelekan birin giravê.
Ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tenê 25 kes beşdarî ayînê dibin. Patrîkê Ermeniyan ê Tirkiyeyê Sahak Maşalyan, bi Peder Şîrvan Murzyan û Pederê Qidemdar Kirîkor Damatyan ra hat giravê.
Maşalyan qasekê bi ziyaretvanan ra sohbet kir û paşê ayîna ku ku li dêrê hat kirin, bi rê va bir.

Waliyê Wanê û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez, Midûrê Giştî yê Weqfan Burhan Ersoy, Qaymeqamê Gevaşê Hamît Genç, Şaredarê Gewaşê Murat Sezer, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Alî Karabag ayîn temaşe kir.
Serrehîb Tatul Anuşyan beriya ayînê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, ji 2010ê vir va her sal ew ji bo ayînê tên bajêr.
Anuşyan destnîşan kir, Dêra Xaç a Surpê ne tenê ji bo cimaeta Ermeniyan, ji bo hemû dinyayê girîng e û wiha dewam kir:
"Ev dêr şahesereke vê erdnîgariyê ye. Roniya çavê dinyayê ye, li Anadoluya me ji dewlemendiyên me yek e. Ji bo dinyayê mîrateke girîng e. Bi derfeta ku dewleta me dide me va em her sal li vê derê ayînê dikin."