Önder Beyter
19 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
ADANA
Li Edeneyê ji aliyê ekîbên cendirmeyan û bi emilandina helîkopterekê va sepana trafîqê hat kirin.
Ekîbên asayîş û trafîqê yên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê li 4 noqteyan sepana trafîqê kirin.
Agahiyên wesayîtên ku bi helîkopterê va hat tesbîtkirin ku rêgezên trafîqê binpê kirin, dan ekîbên li noqteyên sepanê.
Herwiha ekîban jî li noqteyên sepanê wesayît rawestandin û ceza li wan birî.
Di sepana ku qedera 2 saetan ajot da li 38 ajokarên hat tesbîtkirin ku rêgezên trafîqê binpê kirin, 7 hezar û 38 lire ceza hat birîn
Di kontrolên ekîban ên di meheke derbasbûyî yên ji beja û asîman da jî li 2 hezar û 680 ajokarî 776 hezar û 389 lire ceza hat birîn.