26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
ADANA
Li Edeneyê 30 kesên ku di nav wan da mamoste û xebatkarên edliyeyê yên ku di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorî ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da ji wezîfeyê hatibûn avêtin jî hene, hatin derdestkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna li ser FETO/PDYê da der heqê 35 wezîfedarên dewletê yên ku di nav wan da kesên ji ber bikaranîna ByLocka bernameya rêxistinê ji wezîfeyê hatibûn avêtin jî hene da biryara binçavkirinê da.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr operasyona hemdem birin ser gelek navnîşanan, 30 kesên ku di nav wan da gelek mamoste û xebatkarên edliyeyê jî hene binçav kirin.
Li Yekeya Tipa Edlî ya Naxweşxaneya Dewletê ya Edeneyê şikbar ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û birin ewlekariyê.
Hat ragihandin ku ji bo derdestkirina 5 şikbartê din xebat dewam dikin.