Fatih Azgın,Eren Bozkurt
10 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2022
Li Kozana navçeya Edeneyê traktora bi romork a ku karkerên çandiniya şitlan tê da bûn welgeriya, ji ber qezayê kesek mir, 36 kes birîndar bûn.
Traktora bi romork a bi plaqeya 01 VZ 639 a ku Ozay K diajot û karkerên çandiniya şitlan tê da bûn li tanga Bînduşê ya Taxa Bagtepeyê li qada daristanê welgeriya.
Li ser îxbarê gelek ekîbên cendirme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
37 kesên di qezayê da birîndar bûn bi ambulansan û wesayîtên taybet rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kozanê.
Ji birîndaran Husnu Kurt (35) li nexweşxaneya ku rakirinê digel midaxeleyan bi ser xwe va nehat û mir.
Hat ragihandin birîndarên din ên rewşa wan giran e sewqî Edeneyê kirin.