Haydar Şahin
26 Sibat 2021•Rojanekirin: 26 Sibat 2021
Li Edirneyê 4ê wan personelên eskerî yên berê 5 şikbarên di nav da tuxgeneralekî îxrackirî heye ên şikbarên Rêxistina Terorê ya Fetulahî (FETO) dema hewl didan birevin Yewnanistanê hatin derdestkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê ya Fermandariya Cendirmeyên Edirneyê agahî hildan ku hin kesên bi rêyên dereqanûnî ji sînor ra birevin Yewnanistanê û li ser vê xebat dan destpêkirin.
Hêzên ewlekariyê li herêma di navbera Adasarhanliya gundê Merîçê û Balabancika gundê Îpsalayê da dimîne ya li nêzî sînorê Yewnanistanê 5 şikbar derdest kirin.
Hat tesbîtkirin ku ji ber endamtiya FETOyê dosyeya şikaran heye û şerh dane ser pasaportên wan. Hat dîtin ku şibarên htin derdestkirin N.C.yê tuxgeneralê îxrackirî, C.A.yê mîralay, F.M.A.yê yuzbaşî, A.K.yê binefser û B.K. ne.
Karûbarên li binçavkirinê yên şikbaran hê dewam dikin.