26 Mijdar 2015•Rojanekirin: 27 Mijdar 2015
MEZARÊ ŞERÎF
Di şer û pevçûnên ku li Kûndûz û Sarî Pûla wîlayetên Efxanistanê navbera hêzên ewlehiyê û milîtanên Talîbanê derket de 24 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Midûrê Ewlehiya Kûndûzê General Mihemed Qasim Cengelbax daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku milîtanên Talibanê li navçeya Deştî Arçiyê êrîşî ser qereqola polêsan kirin û piştî vê jî şer derket.
Cengelbax destnîşan kir ku di şer de 16 milîtanên Talibanê hatin kuştin, li herêmê operasyon didomin û rêya navbera Kûndûz-Taharê ku di bin kontrola Talibanê de bû jî hat xilaskirin.
Midûrê Ewlehiya bajarê Sarî Pûlê Evdilqayûm Bakîzoy jî diyar kir ku endamên rêxistina Talibanê li herêmên Dahmerde û Mescidî Sebzê ya ser navçeya Sançarakê ne êrîş birin ser qereqola polêsan.
Bakîzoy ragihand ku di şerê ji ber êrîşê derket de 8 milîtan mirin û 12 milîtan jî birîndar bûn.
Der heqê herdu bûyeran de jî heta niha ji hêla Talibanê ve tu daxuyanî nehat dayîn.