Hat diyarkirin ku li Efganistanê serokê Talîbana Efgan Mele Omer amade ye ku bi Serokê Dewleta Efganistanê Eşref Ganî re hevdîtinên aşitiyê bike û tê hêvîkirin ku hevdîtin jî dê hefteya bê li Kabulê dest pê bike.
Qarî Dîn Mihemed ê ku nûnerê serokê Talîbana Afgan Mele Omer e piştî ku li Îslamabadê bi awayekî nepenî ligel rayedarên Pakîstanê kom bû û çû Qatarê di têlefonê de daxuyanî da peyamnerê AAyê û wiha got: "Em amade ne ku ligel hikûmeta deshilat a Efganistanê re dest bi hevdîtinên aşitiyê bikin. Wisa tê hevîkirin ku ev muzakere dê hefteya bê li Kabulê dest pê bikin."
Mihemed der barê xalên muzakereyên aşitiyê de agahî neda û wiha xeberda: "Şêwrên ligel şûrayê berdewam in, dê kî di nava şandeyê de be, dê Emîru`l-Mumînîn biryarê bide."
Şêwirmendê Parastina Neteweyî û Karên Derve yê Serokwezîrê Pakîstanê Sertac Ezîz bersiv da pirsên peyamnerê AAyê yên der heqê mijarê de û hevdîtinên nepenî yên li Îslamabadê yên ji bo hevkirina siyasî ya li Efganistanê piştrast kir û wiha got: "Pakîstan tenê rola alîkar dilîze da ku li Efganistanê hevkirina siyasî pêk were. Ji derveyê vê tu roleke me tune, aniha pêvajo veşarî ye, em nikarin zêdetir agahî bidin."
Ezîz destnîşan kir ku divê êdî rêveberiya Ganî, Talîbana Afgan wekî hêzeke siyasî qebûl bike û wiha domand: "Bi salan e ku Talîbana Afgan şer dike, ji min wetrê êdî ew jî westiyan. Hikûmet jî dikare parekî bide wan. Anku mîna çend walîtiyan dibe."
- Di pêvajoya aşitiyê de rola Çînê
Hat diyarkirin ku êdî Çîn jî dixwaze ku Efganîstan ji nû ve were sazkirin û ji bo ku careke din bigehîje îstiqrar û aramiyê gelekî hewl dide, ji ber van xalan Talîbana Efgan îkna kirin da ku hikûmeta Ganî nas bike. Li Îslamabadê çavkaniyên ji Talîbana Efgan ên ku ji peyamnerê AAyê re xeberdan destnîşankirin ku di pêvajoyê de Çînê li pişt perdeyê roleke mezin lîst û Talîbana Efgan îkna kirin da ku hikûmeta ku li dû hilbijartinan hat avakirin, nas bike.