KABUL
Li Helmanda li başûrê Efganistanê di êrîşa li ser ciyê dewetê da hejmara miriyan 30yî, hejmara birîndaran jî derket 50yî.
Berdevkê Walîtiya Helmendê Omer Zvak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got li herêma Meyan Rodiya navçeya Sangînê roket avêtin ciyê dewetê.
Zvak destnîşan kir ku di êrîşê da 30 kes mirin, 50 kes jî birîndar bûn û wiha got: "Ev hejmara tenê di du nexweşxaneyên ji navendê hatin, li nexweşxaneyên din jî mirî û birîndar hene."
Zvak diyar kir ku der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin û wiha got: "Xizmên kesên ku di bûyerê da mirin dibêjin li herêmê di navbera Talîbanê û hêzên ewlehiyê yên Efganistanê da pevçûn hebû, roketa leşkeran li ciyê dewetê ket. Ji bo lêkolînê lijne çû herêmê."
Ji berdevkên Talîbanê Karî Yûsif Ehmedî îdia kir ku roketa li ciyê dewetê ket ya leşkerên Efganistanê ye.