24 Îlon 2019•Rojanekirin: 24 Îlon 2019
Li navçeya Efrînê ya li bakurê Sûriyeyê wesaîta bombebarkirî hat teqandin û li gor agahiyên ewil 2 sivîl hatin kuştin û 10 sivîl birîndar bûn.
Li Cindirêsa beldeya Efrînê wesaîta bombebarkirî hat teqandin û li gor agahiyên ewil 2 sivîl hatin kuştin û 10 sivîl birîndar bûn.
Wek mayîn li Axtarîna beldeya navçeya Ezezê bi heman awayî êrîş hat kirin û kesek birîndar bû.
Di herdu êrîşan da jî li derdorê xisar çêbû.
Li gor hêzên ewlehiyê çalakiyên li Cindirêsa li herêm Operasyona Çiqlê Zeytûnê û Axtarîna li herêma Operasyona Mertalê Feratê bi destê YPG/PKKya rêxistina terorê tên kirin.
YPG/PKK pirî caran ji herêma Tel Rifatê êrîşî herdu herêman dike.