24 Îlon 2019•Rojanekirin: 25 Îlon 2019
Li dorbera Yuksekovaya navçeya Hekariyê di operasyona tîmên Hereketa Taybet ya Cendirmeyan da ku ji esman û bejayê da hat kirin 10 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî hat diyarkirin li dorbera Yuksekovaya navçeya Hekariyê tîmên Hereketa Taybet ya Cendirmeyan ya Fermandariya Cendirmeyên Hekariyê ji esman û bejayê va derketin operasyonê.
Hat destnîşankirin di operasyonê da 10 terorîst hatin berterefkirin û operasyonên li herêmê dewam dikin.
Li Avaşîna herêma li bakurê Iraqê bi Herekata Pençeyê ra bi kordîne di operasyona esmanî da 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.