Abdullah Tel
26 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2020
Li Sîvrîceya navçeya Elezîzê bi lerza 4,1î erdhej qewimî.
Li gor agahiya ji ser malpera Serokatiya Birêvabirina Afat û Rewşa Bilez (AFAD) hat hildan di saet 14.09an da navend Sîvrîceya navçeya Elezîzê bi lerza 4,1î erdhej çêbû.
Hat gotin ku erdhej 11,57 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Walîtiyê ji ber erdheja bi lerza 4,1î ya ku li navçeya Sîvrîceyê qewimî daxuyanî weşand û ji hemû welatiyan ra got ku derbasî be û daxuyanî wiha dewam kir: "Şikir li bajarê me tiştekî neyînî neqewimî."