Cankut Taşdan
06 Hezîran 2021•Rojanekirin: 07 Hezîran 2021
Li Enqereyê di operasyonê da ji heyama Romayê 718 perçe berhemên dîrokî hatin bidestxistin.
Li gor daxuyaniya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, tîmên cendirmeyan ji bo parastina hebûnên çandî û xwezayî xebatên xwe didomînin ku di vê çarçoveyê da agahiyek hildan kesekî bi navê U.A wê berhemên dîrokî di piyasayê da bifroşe.
Cendirmeyan li navnîşana U.A ya li Taxa Boyaliyê operasyon kirin.
Di operasyonê da ji heyama Romayê 710 sike û 8 alavên xemlê tevahî 718 berhemên dîrokî hatin bidestxistin.
U.A hat binçavkirin.
Berhem wê teslîmî Muzeya Şaristaniyê ya Anadoluyê bên kirin.