Li Geliyê Botanê li Hoyukên Çattepe û Başûrê ku wê di binê Bendava Ilisûyê de bimîne ji bo derxistina berhemên dîrokî 13 sal e kolandin tê kirin. Di kolanê de berhemên dîrokî yên 3 hezar sal berê hatin dîtin.
Kolandin bi destê Wezareta Tûrîzmê û Çandê ve tê kirin.
- "Di nav 13 salan de 2 hezar berhem hatin dîtin"
Hîndekarê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Egeyê Alk. Doç. Dr. Haluk Saglamtîmurê ku serokê kolandinê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji sala 2001an vir ve li Geliyê Botanê kolandinên arkeolojîk tên kirin.
Saglamtîmur destnîşan kir ku kolandin li ber qedandinê ne û wiha dewam kir: "Kolandin 13 sal e dewam dikin û heta niha 2 hezar berhemên dîrokî hatin dîtin. Li Hoyuka Çattepeyê di keleha Romayê de ku di sala 2009an de hat dîtin xebat dewam dikin. Me îsal avahiyên di nav kelehê de derxistin. Wisa xuya ye ev keleheke mezin e, lewra li dereke jeopolîtîk û stratejîk e ku Dicle û Botan digihên hev."