ANKARA
Li Enqereya paytext di operasyona ku cendirmeyan li 3 navçeyên bire ser PKK/KCKya rêxistina terorê da 3 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Enqereyê destê sibê li dijî endam û alîgirên PKK/KCKya rêxistina cihêxwaz operasyon li dar xistin, di operasyonê da li Yenîmahalle, Sîncan û Keçîorenê di heman demê da di ser navnîşanan da girtin.
Di operasyona ku dewama operasyona dijî YDG/Ha şaxa ciwanan a girêdayî PKK/KKCKya rêxistina terorê ya ku hatibû kirin e da B.D, A.O. ve O.U. hatin binçavkirin.
Di lêgerînan da debançeyeke qestîka û dokumanên rêxistinê hatin girtin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Enqereyê jî tevlî operasyonê bûn. Di operasyonê da 100 cendirmeyan wezîfe kir. Hat ragihandin ku ji bo derdestkirina hin kesên şikbar xebat dewam dikin.