MANÎSA
Li Manîsayê tîmên Midûriyeta Ewlehiyê ya Manîsayê danê sibê li navenda bajêr operasyon birin ser rêxistina DAEŞê. Di operasyonan de 17 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, operasyon bi hevkariya tîmên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriyeta Bajêr û tîmên Alaya Cendermeyên Bajêr hevdem hat kirin.
Di operasyonê de 17 kesên ku tê îdiakirin ji bo rêxistina li Sûriyeyê milîtanan kom dikin û propagandaya wan dikin, hatin binçavkirin.