Ekrem Senvar
24 Adar 2022•Rojanekirin: 29 Adar 2022
Li navçeya Erxeniyê di meha adarê da darên behîvan kulîlk vedan.
Li navçeyê behîv bi taybetî her sal di meha nîsanê da kulîlk vedidin, lê ji ber tesîra germa hewayê îsal di meha adarê da kulîlk vedan û welatî şaş û metel man.
Li Erxeniyê ji ber ku darên behîvan mehekê zû kulîlk vedan, hilberîner ji ber rîska cemedê ketin tatêlê.