Türkan Tosun
06 Mijdar 2018•Rojanekirin: 08 Mijdar 2018
MARDÎN
Li Mêrdînê ji tiriyê mezrone yên ku payîzê tên berhevkirin dims, bastîq, kome û beniyên biguz û bibehîv tên çêkirin.
Tiriyê mezrone ji ber ku dereng digihîjin heta dawiya payîzê ancax tên berhevkirin.
Gelê herêmê serê sibê diçe nav rez, tirî berhev dike û bi motoran tîne malên xwe.
Tirî di hewzên kevir da tên givaştin û paşê di sîtilên sifir da li ser agirê daran tê kelandin û dims jê tê çêkirin.
Welatî li gor daxwazê ard dixin nav dims, guz an jî behîvan jî lê zêde dikin û ji vê pelûrê bastîq, kome û beniyan çêdikin.
Xidir Poyraz ji nûçegîhanê AAyê ra daxuyand tiriyê mezrone li vê herêmê digîhîje û payîza dereng jî tê berhevkirin.
Poyraz got ew bi malbatî di saet 06.00an da diçin nav rez, tirî berhev dikin û tînin.
Poyraz behsa çêkirina dims û bastîqan kir û got çêkirina wan zehmet e, hin caran 24 saetan jî dewam dike.