Kemal Özdemir, Emin Ferhat Sevilir
05 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2026
ERZÎNCAN (AA) - Li Erzincanê minîbusek welgeriya, li gorî agahiyên ewil jê 6 zarok, 16 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku şofêrê wê R.G. û plaqeya wê 27 BEV 714 e li ser rêya Erzincan-Erziromê li Taxa Avcilarê welgeriya.
Li ser cawdayînê polês, cendirme û ekîbên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da li gorî agahiyên ewil şofêr û jê 6 zarok, 15 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Erzîncan Bînalî Yildirimê.