07 Sibat 2016•Rojanekirin: 08 Sibat 2016
ERZINCAN
Li Ezircanê otobêsa rêwiyan qelibî û 13 kes tê da birîndar bûn.
Otobês ji Enqereyê diçû Wanê, şofêrê wê Îbrahîm Koç (43) û plaqa wê 33 BLN 33 ye. Otobês li ser rêya Erzincan û Erziromê li hinda Sansa Deresiyê ji ber cemedê şiqitî û wergeriya.
Midaxeleya ewilîn rêwiyên otobêseke din kirin. Ji 13 birîndaran 7 kes rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzincan Mengucekê, 6 kes jî bi wesaîtan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tercanê.
Rêwiyên ku tiştek bi wan nehat jî li otobêseke din siwar kirin û birin Erziromê.