MÛGLA
Li Fethiyeyê komekê vekirina serokatiya navçeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) protesto kir. Di çalakiya protestokirinê de camên avahiyê hatin şikandin.
Li Taxa Komarê di kuçeya Dîspanserê de HDPyê dê merasima vekirina serokatiya navçeyê ya HDPyê li dar bixista, lê komeke ku ev nûçe bihîst li Qada Bazara Sêşemê li hev civiyan û ber bi kuçeya ku avahiya HDPyê lê ye ve meşiyan.
Hêzên ewlehiyê bi TOMA û panzeran ve rê girtin ku kom ber bi avahiya HDPyê ve nemeşe. Di vê navberê de hin kes derketin ser avahiyên li hemberî HDPyê û kîremîtan avêtin avahiya HDPyê. Di êrîşê de camên avahiyê şikestin û hin kesan jî hewl dan ku lewheya HDPyê bînin xwarê.
Qaymeqamê Fethiyeyê Ekrem Çalik, Midûrê Ewlekariyê yê Bajêr Ahmet Akbal, Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeyê Faruk Akinci û Serokê Şaredariyê Behçet Saatçî hatin cihê bûyerê û bangî komê kirin ku bila rawestin. Komê xwest ku lewheya HDPyê berjêr bikin.
Tîmên agirkujiyê hatin cihê bûyerê û lewheya partiyê hat berjêrkirin û di şûna lewheyê de ala tirkan hat daliqandin.
Qaymeqam Çalik daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku naxwazin bûyerên wiha li Fethiyeyê çêbibin.