27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
AGRI (AA)
Di 21emîn Fûara Nêvneteweyî ya Geştûguzarî û Geranê ya Rojhilatê Deryaya Sipî (EMITT) da standa Agiriyê ya bi mijara "Qesra Îshaq Paşa" û "Çiyayê Agirî" eleqeyeke mezin dibîne.
Li Stenbolê li Navenda Fûarê ya Beylikduziyê Standa Agiriyê ku biryare heta roja yekşemê berdewam be, ji aliyê Waliyê Stenbolê Vasip Şahin, waliyên wîlayetên din û şaredaran Eu hejmarek gelek geştiyarîhezan va hatin serdankirin.

- Helîse, kete û kavurga ku berhemên herêmî ne hatin îkramkirin, herwiha hineneqşiyê jî eleqeyeke mezin dît.
Waliyê Agiriyê Musa Işin di daxuyaniya xwe da anî ziman ku her sal bi konsepteke cuda beşdarî fûarê dibin daku dîrok û xweşkahiya siruştî bidin nasîn.
Işin destnîşan kir ku bi konsepta Qesra Îshaq Paşa û bi druşma Çiyayê Agirî beşdarî fûarê bûne û elqeyek mezin dîtine û wiha got, "Bi mebesta danasîna wîlayeta me ya dîrokî em xebatekê mezin diajon. Em hêvîdar in ku ev keda me bi qezenciya dahatê li me vegere. Em hemî hevbajarên xwe vedixwînin vê fûarê."

Midûrê Çand û Geştûguzariyê yê Wîlayetê Muhsin Bulut jî behsa beşdarbûna xwe ya bi konsepta Qesra Îshaq Paşa û bi diruşma Çiyayê Agirî kir got, "Ji nêzîka 80 welatî 5 hezar sazî û dezgeh beşdarî fûarê bûne. Eleqe mezin e. Bi mebesta danasîna nirxên xwe yên herêmî em xebateke mezin didin. Em tiştên herêmî yên weke helîse, kete û kavurga îkramî mêhvanên xwe dikin. Herwiha em berhemên Ehmedê Xaniyê danerê iqlîma me yê manewî, didin nasîn."

Bulut axaftina xwe wiha domand, "Em hêvîdar in geştiyarîhezên ku serdana me dikin ji bereketa Ehmedê Xanî sûdê wergirin û wî ji xwe ra bikin pêşengê aramî û aşitiyê. Lê belê divê gelê me yî xelkê agiriyê ku li bajarên weke Stenbol, Enqeye û Entalyayê dijîn serdana bajarê xwe bikin."