Zeynep Beyza Kılıç
11 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2023
Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ragihand, li Gabarê hilberîna neftê ya rojane derket 30 hezar bermîlan.
TPAOyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da wiha got, "Li Gabarê hilberîna rekor. Rojê 30 hezar bermîl neft."
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Li herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê bi tevahî ji 23 bîrên ku me li qadên Şehîd Esma Çevîk û Şehîd Aybuke Yalçinê vekirin, rojane 30 hezar bermîl neft dertê. Heta dawiya salê hedefa me rojane derxistina 35 hezar bermîlan e. Ji bo dawiya sala 2024an hedefa me tenê ji bo Gabarê rojane hilberîna 100 hezar bermîlan e."