Mahmut Bazlama
23 Sibat 2022•Rojanekirin: 24 Sibat 2022
Li Arabana navçeya Gazîentabê ji ber ku germa hewayê li gor demsalê zêde ye darên behîvan kulîlk vedan.
Germa hewayê li gor demsalê heta 17 pileyan zêde bû, darên behîvan ên li Taxa Kokluceyê jî kulîlk vedan ku yên dîtin metel man.
Serokê Odeya Ziraetê ya Navçeyê Hasan Altun ji rojnamevanan ra daxuyand ji ber ku germa hewayê zêde ye daran kulîlk dan û wiha axivî: "Hesasiyeta herî mezin a darên behîvan ew e ku ew li ber hewaya germ zû dixapin. Înşallah ev hewa ji bo kesên hilberîna behîvan û fêkiyan dikin nebe pirsgirêk. Di meha adarê da dema hewa sar bûn înşallah kulîlk neweşin."